Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li bakur û rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya qismî hat ragihandin

30/10/2020
in NÛÇE
A A
Li bakur û rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya qismî hat ragihandin
Share on FacebookShare on Twitter

Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê ji ber belavbûna Covid-19 qedexeya derketina derve ya qismî ragihand.

Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ji ber belavbûna vîrûsa korona bi biryara bi jimara (173), qedexeya derketina derve ya qismî li herêmê (Covid-19) ragihand. Qedexe roja Înê destp pê kir û wê 8’ê Mijdarê bi dawî bibe.

Biryar wiha ye:

“- Li seranserê herêmên Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê biryara qedexeya derketina derve ya qismî ji bo 10 rojan hatiye dayîn. Qedexeya derketina derve jroja Înê

dest pê dike û 8-11-2020’an bi dawî dibe.

-Di dema qedexeya derketinê de, tevayiya sûkên mezin û deverên giştî tên girtin. Lê dikanên bazirganî, xwerek û zebzeyan heta saet 15:00’an vekirî dimînin, karê xwaringehan  ji bo pêkanîna daxwaziyên derve tenê ye.

-Ji bilî nimêja Înê li gel pêkanîna tedbîrên tenduristiyê yên xweparastinê, cihên îbadet tev tên girtin.

-Hemû cûre kombûn (Şahî, konê taziye, civîn û kongrê) qedexe ne.

-Hemû welatî divê li cihên giştî, sûk û navnedên fermî li gorî biryara (93) ya 16-08-2020’an maskan li xwe bikin.

-Tevahî dibistan, zanîngeh, peymangeh û baxçeyên zarokan dê dewam bikin bi şertê ku hemû tedbîrên xweparastinê yên ku Desteya Tenduristiyê û Desteya perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirine werin pêkanîn.

-Li hemû saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzgeha parastin, jihevdûrketin, paqijiya kesayetî werin pêkanîn û li gorî pêwîstiyan hejmara endaman di saziyan de were kêmkirin.

-Tevahî nexweşxane, navendên tenduristiyê yên giştî û yên taybet, rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor, Heyva Sor, dermanxane û firne ne di nava qedexeyê de ne.

-Li gorî biryara bi hejmara (149) ya di dîroka 10-10-2020’an de ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ve hatiye derxistin tevhî deriyên sînor wê vekirî bimînin.”

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.