Niha em di pêvajoyekê de ne ku, rojeva hilbijartinên Tirkiyeyê hertişt li dû xwe hiştiye . Mitleqa dê encama serkeftin an jî binketina HDPê gelekî girîng be, wê bi xwe re gelek guherînan bîne û wê tesîrê li karê kurdan bike. Lê divê awayê nêrîn û vegotina li cîhana rojava ya pirsgirêka kurd biguhere. Riya vê jî dîplomasiye.
Dîplomasiya gel a kurdan dabûn pêşiya xwe, di pêvajoya Efrînê de gelekî serkeftî bû. Heta ez wê jî bêjim, ji hemû qadên têkoşînê zêdetir berhem anî. Niha tişta divê were kirin ew e ku, ew bayê rabûbû neyê rawestandin. Çimaniya vê yekê tê zanîn, çawaniya wê jî êdî girêdayî qanihkirina mirovan e.
Li Ewrûpayê tesîreke mezin a dîplomasiya gel a kurdan çêbû. Bi ya min niha dora kolana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye Mirov dikane gelek li ser nêrîn û berjewendî û hwd. yên Amerîkiyan spekulasyonan rêz bike û bi kirinên wê yên li dijî kurdan binê van gotinan dagre, arguman têra xwe hene.
Jixwe Kurdê bakur tucarî ji DYA’yê hesnekiriye, -mîna yê Başûr heta beriya referandûmê- lêbelê tucarî ji DYA’yê nefret jî nekiriye. Tevgera wê jî DYA’yê nekiriye hedef û êrîşek pêk neaniye. Li hemberî vê nêzîkatiya -ka ez bi gotina ‘nutur’ binavînim- kurdan, dijminahiyeke mezin a DYA’yê heye. Tevî vê jî kurdan wê nêzîkatiya han neterikandin. Dijminahiya DYA’yê nekirin. Û ez di wê baweriyê de me ku tevgera kurdan dikanîbû zirareke mezin bidana berjewendiyên DYA’yê. Lê nekir. Ez gihaştime wê qinetê ku ewê li tu deverê zirarê nede jî. Rayedarên amerîkî vê yekê baş dizanin.
Dîsa ew dizanin ku wan nirxên kurdan her kiriye hedefa xwe û di nava van nirxan de ji bo kurdan ya herî li pêş Rêberê wan e. Ji vî alî ve herçiqasî dijminahiyê nekin jî, kurd li DYA’yê naborin. Jixwe weke doh di bîra me de ye : Li kêleka wî Serokwezîrê Tirk Erdogan, Serokdewlet Bush gotibû tevgera azadiya kurd dijminê wan e jî.Yê beriya wî, Clinton fermana komployê mohr kiribû û Madeleina Albrightê weke wezîra wî ji hemû dewletan re gotibû gereke Ocalan li Ewrûpayê qebûl nekin. Mirovê Amererîkî berê wisa hatibû dagirtin. Pişt re jî helwesta rêveberiyaDYAyê hinekî guherîbû. Obama di hevdîtina xwe ya bi Ahmet Turk re de,îşareta vê guherînê dabû. Lê gelekî kifş e, ewqasî zelal e ku, j ibo rêveberiya DYAyê beriya kurdan, ew dewletên dagirkerên welatê me tên. Berjewendiya wan ji bo wan dewletan pêşdetir e.
Ji bo şikandina vê yekê jî, divê mirovê kolanê yê Amerîkî ji maf û azadiyên tune yên kurdan were haydar kirin. Tişta li Ewrûpayê di van salên dawî de hate kirin ev bû û eger li ser were sekinîn rê û rêbazên xwegihandina kolana Amerîkayê peyda dibin,
Burhan ERDEM