Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê konfransa xwe ya 4. li dar xist

26/10/2020
in NÛÇE
A A
Yekîtiya Rewşenbîrên Cizîrê konfransa xwe ya 4. li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Bi durişma “Bi berxwedana ramyarî, emê şoreşa çandê bi ser bixin” roja Înê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê konferansa xwe ya 4. bi amadebûna 100 delegeyan li dar xist.

Konferans li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo li dar ket. Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûrî, Yekitiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û Komîteya Wêjeyî ya Rojavayê Kurdistanê tê de amade bûn.

Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Cîger di konferansê de axivî, bal kişand ser rola ku dikeve ser milê rewşenbîran di têkoşîna azadiyê de û got: “Reşenbîr dikarin dîrokê mayînde bikin.”

Zelal bal kişand ser rewşa siyasî û wiha dewam kir: “Her rewşenbîrek siyasetmedarek e. Rewşenbîr wekî zanyaran in, ji ber ku siyaset zanebûn e, zanista civakê ye û derxistina rastiya dîrokê ye.”

Herwiha diyar kir ku armanca kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê ew e ku gel negihêje azadiya xwe. Ji ber ku gelê Kurd xwedî nirxên wekheviyê û jiyana hevbeş e.

Piştre serokê Yekitiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyê Ebd El-Samad Mehmûd wiha axivî: “Erka ku dikeve ser milê rewşenbîran ew e ku dîroka îmhakirina gelê me tune bikin,  dîroka serdema nû binivîsin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.