Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongreya Star ji bo piştgiriya hêzên parastinê meşiya

26/10/2020
in NÛÇE
A A
Kongreya Star ji bo piştgiriya hêzên parastinê meşiya
Share on FacebookShare on Twitter

Bi armanca piştgiriya hêzên parastinê endamên Kongreya Star li Herêma Firatê bi durişma “Na ji qirkirin û dagîrkeriyê re emê jin û jiyanê biparêzin” meşeke girseyî li dar xistin.

Li Kobanê di çarçoveya hemleya Kongreya Star ya li dijî êriş û dagîrkeriya li bakur û rojhilatê Sûriyê de, herwiha êrişa ser jinan ku 8’ê Cotmehê dest pê kirbû, ji bo piştgiriya hêzên parastinê û bi durişma “Na ji qirkirin û dagîrkeriyê re emê jin û jiyanê biparêzin” meşeke girseyî hat lidarxistin. Meş bi beşdariya bi sedan ji şêniyên Herêma Firatê, saziyên civaka sîvîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiyên Siyasî hat lidarxistin. Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û li qada Şehîd Egîd rawestiya.

Piştî rêzgirtinê berdevka Kongreya Star ya Herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî.

Mizgînê berxwedana parezvanên rûmetê silav kir û wiha got: “Hêzên parastina rûmetê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de li dijî tevahî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk şer kirin û gelê xwe parastin. Şervanên me ji Kobanê ber bi Minbic, Reqa û herî dawî Dêrezorê soza serkeftinê dan û bi cih anîn. Loma ew bûn sembol û pêşengên jinên vê şoreşê. Em jî weke Kongreya Star berxwedan û têkoşîna wan silav dikin û dibêjin çawa ku hûn li dijî DAIŞ’ê bi serketin, em ê li dijî hişmendiya serdest  û dagirkeriyê têkoşîn bikin û bi ser kevin.”

Çalakî bi durişma”Jiyan jiyan azadî” bi dawî bû.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.