Televizyona Swêdê ya fermî (Svt) ragihand ku wê di meha Çile û Sibatê ya sala bê de jinên DAÎŞ’î yên Swêdî yên li kampên Rojava bêne darizandin.
Li gorî nûçeya televizyona Svt par ve kirî, heyetek ji Wezareta Karê Derve hefteyên dawî serdana bakur û rojhilatê Sûriyê kiriye û li ser rewşa jinên DAÎŞ’î yên li kampan bi Rêveberiya Xweser re civiyane.
Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê li Swêd Şiya Elî yê di nava heyetê de cih digire, diyar kir ku pêvajoya hiqûqî ya li hemberî jinan hatiye destpêkirin û got, “havînê hê zêdetir ji nêz ve li rewşa her kesî hat meyzekirin. Wê di Çile û Sibata 2021’ê de dozên derbarê jinên DAIŞ`î de bên destpêkirin.”
Berdevkê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer ê ji Svt’ê re axivî, diyar kir ku rêveberî amade ye zarokan bişîne Swêdê, lê yên li vir sûc kirîn wê li vir bên darezandin. Di vê mijarê de em û Swêd gihatine biryarê.”





