Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku di şerê di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Eyn Îsa û çeteyên girêdayî Tirkiyê de li derdora gundê Seyda, 10 çete hatine kuştin û gelek çete birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên vê dawiyê daxuyaniyek da.
QSD`ê diyar kir ku di çend rojên dawî de bi taybetî li xeta Eyn Îsa gelek gundên li derdora riya M4 hatin bombebarankirin û tevgera balafirên şer û balafirên keşfê çêdibe.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: 21ê Cotmehê çeteyên dewleta tirkî hewl dan bi awayekî veşartî derbasî navçeya Eyn Îsa bibin. Li ser bersiva şervanên Meclisa Leşkerî ya Eyn Îsa li derdora gundê Seyda şer derket. Di encamê de 10 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bûn.





