Artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê roja Çarşemê careke din êrişî gundewarê Eyn Îsa kirin. Lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)ê êriş şkand.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatîn bidestxistin, artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê êvara Çarşemê êrişî gundê Fatsa yê rojhilatê gundewarê Eyn Îsa kirine. Lê êriş ji QSD`ê ve hatiye şkandin. Şervanên QSDê herwiha nuqteyeke artêşa tirkî ya dagîrker ya nêzî herêmên şer, roxandin.





