Hêzên Rûsya û artêşa tirkî ya dagîrker li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê li rojhilatê Kobanê dewriyeyeke hevbeş pêk anîn.
Dewriyeya hevbeş ji 4 panzêrên Rûsya, 4 panzêrên dewleta tirkî û 2 helîkopterên Rûsya pêk dihat û ji gundê Xerîb yê li ser sînorê rojhilatê bajarê Kobanê dest pê kir.
22`yê Cotmehê salvegera yekê ya peymana Soçî ye serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî dagîrkirina bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî, ev peyman têkildarî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê imze kiribûn.





