Şandeyek ji tîma Free Burma Ranger ji bo şopandina rewşa koçberan, serdana kampa Weşokanî kir. Serokê tîmê got, “Divê em lêborînê ji koçberan bixwazin. Lewre welatên me dikarîn êrişa dewleta tirkî rawestînin, lê nekirin.
Ji bo ku rewşa kampê binirxînin û alîkariya koçberan bikin roja Çarşemê şandeyek ji tîma Free Burma Ranger serdana kampa Weşokanî kir.
Şande ji serokê tîmê David Eubank û endamên tîmê yên din pêk dihat. Destpêkê endamên tîmê bi Rêveberiya Kampa Weşûkanî re civiyan. Di civînê de hevseroka kampê Stêra Reşik daxwaziyên koçberan bîr xistin û got piştî ku dagîrker derkevin, koçber dixwazin vegerin warên xwe.
Serokê tîma Free Burma Ranger David Eubank got, “Emê li ser rewşa kampê gelek raporan amade bikin û ji cîhanê re ragihînin. Hêviya me ya yekane ew e ku koçber vegerin warên xwe.
David Eubank got, ji bo derxistina artêşa tirkî ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên din, divê her kes bixebite da koçber vegerin warên xwe.





