Aldar Xelîl diyar kir ku armanca şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê ew bû ku herêmê ji komên çetee biparêze, edalet û azadiyê misoger bike. Ev jî bi saya şehîdan û birîndarên şer pêk hat.
Yekîtiya Birîndarên Şer ya Kantona Hesekê Konferansa Damezrîner ya Komeleya Tîrêjên Azadiyê li dar xist.
Konferans li navenda Hêzên Parastina Civakê (HPC) ya li Hesekê li dar ket. 159 birîndarên şer yên li kantonê, bi dehan endamên navend, saziyên sîvîl û endamê Desteya Rêveber ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl beşdarî konferansê bûn.
Di konferansê de endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Aldar Xelîl û endamê Meclisa Şehîdan ya Kantona Hesekê Mehmûd Cewad axivîn û lidarxistina Konferansa Damezrîner ya Tîrêjên Azadiyê li gelên herêmê pîroz Kirin.
Aldar Xelîl got, armanca şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê pêkanîna edalet û parastina herêmê ji komên çete bû. Bi rastî jî em di parastina herêmê û avakirina sîstemeke demokratîk de bi ser ketin û me li ser bingehê felsefeya neteweya demokratîk ku parastina mafên tevayiya civakan dike, xwe ava kir.”
Konferans bi hilbijartina 9 kesan ji bo nûnertiya Meclisa Rêveber ya damezrandina tîrêjên azadiyê bi dawî bû.





