Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Til Temir 18 şehîdên Berxwedana Rûmetê bîr anîn. Beşdarên merasima bîranînê soza şopandina riya şehîdan û derxistina dagîrkeran dan.
Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Til Temir ya girêdayî Hesekê 18 şehîdên YPG`ê û Hêzên Ewlekariya Hundir û Hêzên Erkê Xweparastinê ku di meha Cotmehê de di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, bi merasimekê bîr anîn.
Malbatên şehîdan, endamên partiyên siyasî, endamên meclisên sivîl û bi dehan şervanên hêzên leşkerî beşdarî merasima bîranînê ya li Qada Meclisa Malbatên Şehîdan a li navçeyê bûn. Beşdaran wêneyên şehîdan rakirin.
Merasim bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Welat Ehmed, endama Kongreya Star Fatima Ehmed û bi navê hêzên leşkerî Mihemed Hesen axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kirin ku şehîdên rûmetên ji bo parastina xak û şerefa xwe, xwe feda kirin.
Her wiha axaftvanan yekemîn salvegera dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.
Malbatên şehîdan jî axivîn û zarokên xwe ku di oxira parastina xak û rûmeta xwe de şehîd bûne, bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan dan.
Helbestvan Nalîn Yûnis jî helbest li ser şehîdan xwend û merasima bîranînê bi dirûşmeyê dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedanê, bi dawî bû.





