Roja Înê bi tevlîbûna 200 delegeyan, hêzên siyasî û leşkerî û saziyên sîvîl Kongreya Damezrîner ya Yekîtiya Êzîdiyan ya Sûriyê bi durişma “Emê bi yekîtiya xwe Efrîn û Serê Kaniyê rizgar bikin” li dar ket.
Bi durişma “Emê bi yekîtiya xwe Efrîn û Serê Kaniyê rizgar bikin” Kongreya Damezrîner ya Yekîtiya Êzîdiyên li Sûriyê li Hola Beylesan a li navçeya Amûdê dest pê kir. Bi dehan Êzîdiyên li bakur û rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), nûnerên Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK), nûnerên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), nûnerên saziyên civaka sivîl û Civata Îslama Demokratîk tevlî kongreyê bûn.
Piştî rêzgirtinê bi navê Yekîtiya Êzîdiyên li Sûriyê Silêman Cafer axivî û pêvajoyên Êzîdî berî şoreşê tê re derbas bûyîn, bîr xistin û got, “Me dibistana yekê ya fêrkirina ola êzdayî li gundê Basûfanê yê li herêma Efrînê vekir. Li Efrînê me gelek kongre û konferans li dar xistin. Bi avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk re, Êzîdiyan cara yekê di dîroka Sûriyê de nefeseke kûr kişand. Me tevger û çalakiyên xwe domandin, heta ku dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê herêm dagîr kirin.”
Cafer di nava axaftina xwe de, komplo û siyasetên ku li dijî êzidiyan li Şingalê pêk tên, ên ku zêdetirî 400 şehîd di êrişên DAIŞ`ê de û ji bo parastina hebûna xwe dane, şermezar kirin.
Piştre sînevîzyonek girêdayî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî Şengalê hate pêşendan.





