Çeteyên koma El-Hemzat yên girêdayî dewleta tirkî ya dagîrker 16 ciwanên ji Efrînê ku tevlîbûna nava refên çeteyan û çûna Azrebeycanê red kirin, revandin.
Li gorî agahiyên gihîştîn destê me, çeteyên koma El-Hemzat ciwanên Efrînê neçar dikin ku tevlî wan bibin û beşdarî şer bibin.
Çavkaniyan diyar kir ku 16 ciwan ji ber ku tevlî wan nebûne revandine, dest danîne ser telefon û pereyên wan û ber bi cihekî ne diyar ve birine.
Heman çavkaniyan da zanîn ku zêdetirî 400 ciwanî çûyîna Azrebeycanê û tevlîbûna refên çeteyan red kirin. Ciwanên ku red dikin tevlî hêzên dagîrker bibin, ji aliyê çeteyan ve rastî gefxwarinên kuştin û revandin tên.





