Sedemên ku meriv bibe xwedî arşîvek têr gelek in. Berdestbûna dokumentên derbareyî dîrok, civak, pêvajo, çand, xebat, partî, sazî û kesayetî, …
Heta roja îro me Kurdan, ji sedemên bindestî û şert û mercên dijwar, pirr kêm girîngî daye pêkanîna arşîvên xwe. Yek ji sedemên herî girîng parastina arşîvan bi giştî xeter bû. Derfet jî kêm bûn. Lê ya herî girîng me di vî warî de sersarî kiriye.
Lê gel û civakên din girîngiyek pirr mezin didin arşîvên xwe. Bi awayekî rê ji bo parastina arşîvên xwe dibînin. Her partî, sazî, kesayetî, gund, şahredarî û wek sîwan jî dewlet xwedî arşîvek rêkûpêk in. Bi vî awayî dîroka xwe ya pirralî diparêzin.
Arşîv ji sê aliyan ve pirr girîng e. Di warê dîrokî de: awa, pêkhatin û sedemên û zelalkirina bûyerên buhûrî.
Di warê agahdarî/hişmendiyê de: her tim li ber dest in ku ji wan aghadarî were stendin û dibin bingeha hişmendiyê. Dîroka li ser kaxezê nivîsî hunda nabe.
Di warê hiqûqî de: dokumentên tên parastin dikarin bibin sedema zelalkirina gelek çareseriyan. Ew îspat in.
Enstituya Kurdî ya Brukselê girîngiyeke mezin daye arşîfkirina kar û xebatên xwe. Ji roja pêşin heta niha me her tiştê xwe li hev komkirî parast. Lê dîsa em ji xezeba dewleta Turk xelas nebûn. Di Mijdara 1998 de bi fermana rayedarên dewleta Turk êrîşek mezin hat ser Enstituyê û xaniyê me şewitandin. Bi wê êrîşê bi deh hezaran dokumentên me hatin şewitandin. Zêdetir ji 5000 pirtûk bûne xwelî. Me pirraniya pirtûkan bi gelek dijwariyan peyda kir. Pirraniya dokumentan jî me dîsa dan hev. Lê beşekî piçûk hunda bûn. Û ev jî bû sedema ku em dijî vê hovitiya dewleta Turk ku li dervayê welêt jî dibe tedbîr bistînin. Di Cotmeha 1999 de me peymanek bi ADVN (Arşîva Flamanan li bajarê Antwerpen) çêkir. Bi vê yekê saxlembûna cî û parastina arşîf û pirtûkxaneya me qat bi qat zêde dibe. Ji wê demê û vir de em hem li navenda Enstituyê hem jî li ba ADVN arşîva xwe diparêzin. Bi wî awayî em rê li ber malwêraniya ku dewleta Turk sersebeb e digrin. Di heman demê de derfet ji bo lêkolînên li ser mijarên cuda yên derbareyî Kurdistan pêk werin amade dibin. Xwendekarên zanîngehan, rojnamevan û lêkolîner bi rehetî dikarin li van her du ciyan hem ji arşîvê hem ji pirtûkan sûd bigrin. Li gora agahdariyên ku ADVN her sal dide me, heta roja îro zêdetir ji 9000 car zêdetir pirtûk/dokumentên me hatina xwestine û dîtin. Bi van bîr gomanan, min çendîn car ji kes û saziyên me, ji partiyên Kurdistanî re ev pêşniyar biriye. Ji bo em dîroka xwe bi awayekî baştir nas bikin û bibin xwedî agahdariyên saxlem haj ji berhem û belgeytên xwe hebin. Rapor in, peyman in, nivîs in, name ne, wêne ne û gelek tiştên din ku dikarin bibin çavkaniyên girîng. Ji bo vê jî arşîvkirin girîng e.Eger kes, sazî, partî û dezgehên Kurdistanî hez bikin, deriyên ADVN ji wan tevan re vekiriye ku cî ji bo parastina arşîvên wan bide. Di aliyê aborî de jî tiştek nayê xwestin. Bi şertê ku di her dema hat xwestin ew arşîv dîsa li xwediyê xwe yan jî ji dezgeheke Kurdistanî re bi saxlemî vegere. Peymana ku me bi ADVN re nivîsiye li ser wî esasî pêk hatiye.
Derwêş M. FERHO