Roja Şemiyê hin xwepêşandêrên alîgirên Hêzên Heşdî Şebî navendeke PDK`ê ya li Bexdayê şewitandin.
Kenala Sumeriyê News ragihand ku roja Şemiyê piştî ku hin xwepêşandêran bi ser navenda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li navenda Bexdayê de girtin, dûman bilind bû.
Ev weke bersivdayîna daxuyaniyên endamê partiyê Hoşyar Zêbarî ku êrişî Hêzên Heşdî Şebî kiribû, pêk hat.
Zêbarî berî çend rojan di hevpeyvîneke bi kenala El-Hurrayê re, bang li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kiribû ku Iraqê ji Heşdî Şebî paqij bike.





