Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîdên ragihandinê yên “Berxwedana Rûmetê” hatin bîranîn

16/10/2020
in NÛÇE
A A
Şehîdên ragihandinê yên “Berxwedana Rûmetê” hatin bîranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Şehîdên ragihandinê Dilovan Gever, Mihemed Reşo, Seed Ehmed û Welat Erdemcî yên di “Berxwedana Rûmetê” de şehîd bûyîn, ji aliyê heval û malbata wan ve hatin bîranîn.

Endama ragihandina YPJ`ê Dilovan Gever, nûçegihanê Çira TV Mihemed Reşo, nûçegihanê ANHA Seed Ehmed, xebatkarê çapemeniya azad Welat Erdemcî ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, di salvegera yekê ya şehadeta wan de ji aliyê malbat û hevalên wan ve hatin bîranîn. Merasimê bîranînê li ser gora endamê Çira Tv şehîd Mihemed Reşo ya li Gortistana Şehîd Delîl Sarûxan li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Ji aliyê hevalên şehîdan ve pankarta bi nivîsa “Rojnemevanên Azadiyê Şopdarên Heqîqetê” hat kekirin.

Destpêkê rojnemevanê ANHA Ekrem Berekat axivî û da zanîn ku kesên berdevkiya civaka xwe dikin dibin hedefa dewleta tirkî ya dagîrker û wiha got: “Ji ber ku dewleta tirkî ya dagirker êrişî heqîqeta gelê kurd dike, naxwaze heqîqet, rastiya berxwedana gelê kurd li cîhanê bê ragihandin”.

Berekat diyar kir ku şehîdbûna ku di qada çapemeniyê de ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêdibe tê wateya ku dewleta Tirk a dagirker ji heqîqeta gelê kurd ditirse û got: “Ji lewra êrişî kesên ku berdevkiya vê heqîqetê dikin dike”.

Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Bengîn Seydo jî sersaxî ji malbat û hevalên şehîdan re xwest û diyar kir ku rojnamevan di her operesyonekê de qasî şervanan berxwedaniyê dikin.

Seydo wiha got: “Tevî ku ewqas civaka navneteweyî ya bêbext bêdeng bû, lê rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erka gihandina dengê Serêkaniyê û Girê Spî girtin ser xwe da ku bigihînin tevahî cîhanê”.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.