Piştî ku YE`yê ragihand ku dê di civîna Brukselê ya hefteya bê de têkiliyên xwe bi Tirkiyê re binirxîne, dewleta Tirk careke din doza penaberan xist rojevê.
Di daxuyaniyeke serokatiya Tirkiyê de hat destnîşankirin ku Erdogan êvara sêşemê bi telefonê bi serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel re têkiliyên dewleta Tirk û Yekitiya Ewropayê (YE) û rewşa li rojhilatê Deryaya Spî gotûbêj kirin.
Dewleta Tirk gelek caran doza penaberan wek amûreke dan û standina bi YE`yê re bi kar aniye, ku bi wê yekê pereyên ji bo fînansekirina komên terorîst li Sûriyê, Lîbya û Qerebaxê ji yekitiyê distîne. Di demeke ku penaberên Sûriyê yên li xaka Tirkiyê jî di rewşeke kirêt de dijîn.
Dewleta Tirk ku xebatên lêgerîna li çavkaniyên enerjiyê li herêma aborî ya Yewnanistan û Qibrisê pêk tîne û dest di Lîbya, Sûriyê û Qerebaxê wer dide, careke din doza penaberan derdixe holê.
Duh, Fransayê ragihand ku ew ji rageşiya dewleta Tirk li Deryaya Spî bi fikar e.
Almanyayê jî bang li dewleta Tirk kir ku dev ji şantajên xwe li rojhilatê Deryaya Spî berde. Her wiha Yewnanistanê şantajên dewleta Tirk wekî rageşiyeke xeternak bi nav kirin. Amerîkayê jî bang li dewleta Tirk kir ku “şantajên xwe” rawestîne.
Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku ew ji veguhastina “çekdarên komên terorîst” ji rojhilatê Deryaya Spî ber ber bi Qerebaxê ve, bi fikar e.





