Hêzên Ewlekariya Hundir li navçeya Eyn Îsa şaneyeke istixbaratê ya girêdayî hikumeta Şamê girt. Hat zanîn ku endamên şaneyê hewl didan di nava gelên herêmê de tevlîheviyê derxin û li dijî Rêveberiya Xweser welatiyan geş û gur bikin.
Hêzên Ewlekariya Hundir roja Çarşemê li navçeya Eyn Îsa bi hevkariya welatiyan, şaneyeke girêdayî hikumeta Şamê girt.
Şane ku ji 3 kesan pêk tê, erkê endamên wê tevlîheviyê li herêmê û derxistina welatiyan li dijî Rêveberiya Xweser û hêzên ewlekariyê ye.
Herwiha şaneyê agahiyên girêdayî nuqte û tevgerên leşkerî yên QSD`ê ji istixbarata Şam û Hemayê re radigihandine.





