Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çavkaniya şifayê: Şîlan

12/10/2020
in Uncategorized
A A
Çavkaniya şifayê: Şîlan
Share on FacebookShare on Twitter

Gul Guzel/Jinnews

Şîlana ku bi rêçal, marmelat û çaya xwe zivistanê tê ser sifreyên me, çavkaniya şifayê ye, ji bo gelek nexweşiyan tê pêşniyarkirin.

Şîlan bi qasî ku ji bo gelek nexweşiyan bi şifa ye, rêçal, çay, xoşav û marmeleta wê jî li ser sifreyan cihê xwe digire. Şîlan payîzê digihêje. Şîlana hişkirî û tovên wê di çêkirina dermanan de bi awayên cuda tê bikaranîn. Kulîlkên şîlanê jî di dermanên tibî, parfum, ava gulan de tê bikaranîn. Bi taybet jî ji bo xurkitina pergala xweparastinê wek çay, marmelat û rîçal tê bikaranîn. Ger rast bê demkirin û li gor pîvanê bê bikaranîn gelek şifayên wê hene.

Şîlan ji ber madeyên organîk yên têde û antîoksîdanan kolestrola beden kêm dike. Li dijî qeyrana dil û felcê jî gelek bi bandore. Her wiha şîlan ji bo îltîhaba lemlateyan jî başe, ji bo lemlate xesarê nebînin jî polÎnenoller û antosiyanînan dihewîne. Di alî vîtamîna C de jî dewlemende. Şîlan pergala xweparastinê xurt dike û ji ber vîtamîna C ya têde ji bo şewb û sermayê jî gelek baş e. Ligel vê pêşî li hucreyên pençeşêrê digire û nahêle hucreyên bi zirar zêde bibin.

Şîlan her wiha ji bo nexweşiya şekir jî çavkaniyeke şifayê ya mezine, asta şekirê beden sererast dike. Ji bo çerm jî başe û çerm hîn bêtir ciwan û zindî dike. Ji bo dermankirina îltîhabê, tenduristiya hestiyan rolek mezin dilîze. Di dermankirina semptomên romatoîd artrîd û osteoartrîd jî başe. Ji bo qebzbûnê jî bi fêdeye, parazîtên roviyan dixîne.

Çaya şîlanê

Ji bo nîv lître ava kelandî du kevçiyên xwarinê şîlana hişk ya pelçiqandî têr dike. 10 deqeyan li ser agir bikelînin û piştre dikare bê vexwarin. Ji bo tehm bê guhertin dikare kevçiyek nane an jî nebatek din bê bikaranîn.

Xala ku divê lê baldar bin ev e ku dema çay tê amadekirin, divê şîlan demek dirêj rastî germê neyê. Di germa zêde de vîtamînên wê winda dibe. Nokteyek din jî eve ku divê firaka alûmînyum neyê bikaranîn. Di temasa alumînyum de vîtamîna C winda dibe. Çay dikare bi kevçiyek hingiv an jî şekir bê şîrîkirin. An jî tarçin, qurnefîl, sêv dikare bê bikaranîn.

Di rewşa bikaranîna zêde ya çaya şîlanê de, nîşaneyên wekê êşa serî, vereşîn, tirşbûna mîdeyê û xew dikare derkeve holê. Ji ber vê divê zêde neyê bikaranîn, kesên nexweşiya kronokî divê serî li doktor bidin û wisa bikar bînin.

 

Post Views: 31
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.