Mihemed ŞAHÎN
Piştî ku pêvajoya serhildanan di sala 1938’an de bi têkçûyina berxwedana Dêrsimê bi dawî bû pêvajoya tinekirina kurdan dest pê kir. Êdî kes nikaribû li Tirkiyeyê qala hebûna kurd û Kurdistanê bike.
Welatê ku têde ‘kurd tine bin’ nepêkan bû tê de ser navê kurdan sazî û rêxistinek, an ser navê kurdan partiyeke siyasî hebûya. Lewre kurdên ku dixwestin xwe birêxsitin bikin neçarbûn di bin sêwana sazî û rêxistinên tirkan de cih bigrin û li dû pêşengên tirk herin. Kurdên ku dixwsetin siyasetê bikin neçar bûn di nava partiyê tirkan de cih bigrin, ji dewleta tirk a nîjadperest û netewa tirk re xizmetê bikin.
Ew pêvajoya kambax di pêşengiya Rêberê gelê Kurd Ocalan de bi fişeka PKK’ê ya yekemîna a 15’ê tebaxa 1984’an bi dawî bû. Ji wê salê vir ve ye kurd ji bo karibin bi nasnameya xwe, bi çanda xwe, bi zimanê xwe û bi vîna xwe ya azad bijîn li ber xwe didin.
Di encama fişeka PKK’ê ya destpêka berxwedanê de di 7 hezîrana 1990’an de kurdan partiya xwe ya yekemîn HEP ava kirin. Avabûne partiyeke temsîlkarê vîna kurdê azad a derveyî hişmendiya pergalê û hişmendiya dewletê ya qirker serûbino kiribû. Hesabên wanên tinekirina civaka kurd û tirkistankirina Kurdistanê rûxiyabûn.
Sedema têkçûyina siyaseta wan a li Kurdistanê fişeka PKK’ê ya berxwedanê bû. Lewre ji 15’ê tebaxa 1984’an vir ve kurdê ku pişaftinê qebûl neke û li dijî faşîzma dewleta tirk li berxwe bide û hewl bide bi nasnameya xwe, bi çanda xwe, bi zimanê xwe weke kurdekî bijî di çavê delweta tirk de PKK’yî ye. Di heman demî de kurdê ku bi vîna xwe ya azad û bi nasnameya xwe ya kurd di qada siyaseta legal de siyasetê bike jî di çavê wan de PKK’yî ye.
Ji bo wan qebûlkirina hebûna vîna kurdê azad a di qada siyaseta legal de nepêkan bû. Lewre piştî avabûna HEP’ê dewleta tirk dest bi pêvajoyeke nû kir. Navê wê pêvajoyê bin navê ‘faîl nediyar’ de qetilkirina kurdan bû. Dewleta tirk ew pêvajo bi qetilkirina serokê HEP’ê yê Amedê Wedat Aydin da destpêkirin. Bêguman bi qetilkirina pêşengên siyaseta legal destpêkirin netesedufî bû. Dewleta tirk bi wan qetilkirinan ji civaka kurd re digot, ‘ezê di qada siyaseta legal de hebûna vîna kurdê azad ti caran qebûl nekim’.
Tenê pêşeng û qadroyên siyasetê qetil nedikirin di heman demî de partiyên kurdan jî yek bi digirtin. Ji bo tasfiyekirina siyaseta kurd ti pîvan û exlaq nasnekirin. Bi kurtahî çi ji destê wan hat kirin. Li gel hemû êrişên wanên qirker û bêexlaq kurdan paşve gav neavêt. Gelek serok û rêberên siyaseta kurd qetil kirin, bi deh hezaran girtin lê nekarîn siyaseta kurd tasfiye bikin û dawî lê bînin. Sal bi sal xurtir bû û 31 sale bênavber li berxwe dide.
Di encama wê berxwedana pîroz de îro siyaseta vîna kurdê azad di şexsê HDP’ê de bûye diyarkerê serkeftina hevsengiyan. Îro HDP bûye yekane partiya muxalîf a Tirkiyeyê, yekane parazvanê heq, hiqûq, edalet û demokrasiyê, bûye yekane hêviya hemû civakên Tirkiyeyê. Ya herî girîng HDP bi serkeftina xwe ya 7 hezîrana 2015’yan vir ve bûye kabûsa desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst.
Ji ber wê ye ku ji 2015 yan vir ve ye desthilatdariya AKP-MHP ya faşîst bênavber êrîşê HDP’ê dike, êrîşê KCD’ê dike, êrîşê DBP’ê dike, bi kurtahî êrîşê hemû kurdên xwediyê vîna azad dike. Diyare ku desthilatdariya AKP-MHP ya faşîst berdewama desthilatdariya xwe di tasfiyekirina vîna kurdê azad de dibîne. Di tasfiyekirina HDP’ê de dibîne.
Pratîka 31 salan nîşan dide ku feydeya tirsê ji ecelê re tûne ye.