Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo Şingalê planeke nû

12/10/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şerê Îdlibê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Di hedefa dewleta Tirk a dagirker de her tim heremên kurd yên di nav aramiyê de dijîn henin. Dixwazin, heremên ku rêyên Kurdistana azad a mezin tê de derbas dibin birûxînin.

Xewn û xeyalên kurdan yên Kurdistanek azad heb. Kesê ku ji vê xeyalên her kurdî yên Kurdistanek azad a mezin re pêşengtî dikir Rêber Ocalan bû û li dijî wî komplo dane destpêkirin.

Li bakurê Kurdistan dema rêveberiyên xweser destpêkiribû wanjî şer da destpêkirin û gelek bajar rûxandin.

Li Rojava şoreşek pêkhatibû. Hin hêviyên nû li gel peydabûbûn, di serdema ku wê sîstema xwe ya rêveberiya demokratîk ava bikin de, erîşkirin û hin herem dagirkirin.

Li Başûr herêmek azad hebû. Êrîşkirin serekên vê heremê îkna kirin û bihevre tevgeriyan.

Li herêma Qendîl, navenda têkoşîna Kurdistana azad a mezin bû. Her roj bi balefirên şer êrîşkirin.

Mexmûr mînyatora Kurdistana azad bû êrîş kirin û piştre jî anbargo dane destpêkirin.

Û bi navê Şengal herêmek hebû. Ev Şengal wek nasnameya Kurdistan bû. Navenda êzîdatiyê bû. Bi sedan sala bi israr çand, huner û zimanê kurdî parastibû. Ya duyem heremek jeopolitîk bû. Li ser tixûbê 2 parçeyan bû. Ev taybetmendiyên Şengalê bala dewleta Tirk kişandibû û bi israr êrişî vêder kirin.

Di sala 2014an de bi navê DAÎŞ hin çeteyên hov birêxistin kir û berê wanda Şengalê. Dema ku di 3 Tebaxê de çeteyên DAÎŞ ketin Şengelê kurdan dîtin KDP û rêveberiya Başûrê Kurdistan ji berê de, bi Tirkan re li ser dagirkirina Şengalê li hevkirinin.

Di serî de rêber Ocalan û PKKê ev yek ev talukeya ku roj bi roj gav bi gav nêzdibe dîtibûn. Hin hêzên xwe li vêder bicîh kiribûn û van hêzên gerîlla gelên  êzidî ji karesetên mezintir rizgarkirin. Di nav van gerîllayan de bi navê Egîd Civiyan, fermanderek gerîlla jî hebû.

Piştî ku DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êriş bir ser Şengalê, Egîd fermandariya hêzên Şengalê da ser milê xwe. Di vê demê de operasyona rizgarkirina civaka Êzidî ya hovîtiya DAÎŞ’ê bi rê ve bir, gelê êzidî ji nava lepên hovîtiya DAÎŞ’ê rizgar kir.

Piştî rizgariyê gelên Şengalê rêveberiya xwe ya siyasî û ya ewlekariyê sazkir. Egîd derbasî Botan bû û li vêder di şerde şehîd bû.

Lê Tirkiye û KDP bi israr digotin Egîd û hevalên xwe hênjî li Şengalênin. Ev wek hinceta êrişan didan nîşandan.

Piştî gelek leyîzkan û qetlîaman  derbasî merhaleyek nû bûn. Dîsa KDP hat îknakirin û bi hikumeta Bagdatê re peymanek îmzekirin ku mudaxleyî sîstema xweser demokratîk a Şengalê bikin.

Ev 6 sal bû hikumeta Iraqê Şengal terikandibû jibîr kiribû, tu xizmeteke biçûk jî jê re nekiribû. Îroj hikumeta Iraqê bi vê peymanê dixwaze ew gelên Şengalê ku bi sazî û dezgehên xwe ve di nav aramiyê de dijîn û birînên xwe dipêçin, hinek tiştan li ser wan bidin ferzkirin.

Dewleta Tirk a dagirker ev şeş sale êrişî Şengalê dike. Bi êrişên DAÎŞê bi serneket. Bi şehîd xistina Zekî Şengalî bi serneket. Bi êrişên hewayî bi serneket.

Îroj dixwaze ew hewldanên wan  yên ku ji sala 2014’an ve nîvcû manin, bi destê KDP û hikumeta Baxdatê ve temam bikin. Dîsa peymanek ku bê îradeya gel were pirsîn li ser îradeya vî gelî li gor berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker biryar tên girtin.

Kurd, PKK û gelên êzidî jî biryar girtinin ku bi tu awayî vê peymanê nasnekin.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.