Darîn SILÊ/Ronahî-Qamişlo
Ji bo pêşwaziya pêwîstiyên gel yên zivistanê, Komîteya Sotemeniyê ya şaredariya gel ya bajarê Tirbespiyê, bi hevkariya komînên taxê, li şêniyên bajêr û gundên wî belav dike. Komîte li gorî derfetên heyî mazotê hefteyê carekê û li her malbatê 220 lîtreyî bi 75 L.S belav dike.
BELAVKIRINA MAZOTÊ
Hevserokê Komîteya Sotemeniyê ya Şaedariya gel ya bajarê Tirbespiyê Elî Remo, li ser kar û xebata xwe ji rojnameya me re wiha axivî: “Ji bo belavkirina mazotê, ji 22yê Tîrmehê heta dawiya Tebaxê bi alîkariya mamosteyên dibistanan, me 13490 kart li şêniyên Tirbespiyê û gundên wê belav kirin. Piştî belavkirina kartan 1ê Tebaxê me dest bi belavkirina mazotê kir. Mazot sê caran û her carê 220 lître tên belavkirin. Herwiha her lître bi 75 L.S ye û her bermîl jî tevî kirêya otombêlê dike 17000 lîre. Heta niha me 2881270 lître li 6550 malan belav kirine.”
Elî Remo axaftina xwe wiha domand: “Jixwe 7 benzînxane (Benzînxaneya Girbikêlê, Direy, Zial, Rojava, Bihar, Girê Siwêra û Şabû) girêdayî me ne. Benzînxaneya Şabû ji bo tiran tenê ye, yên din tev ji bo xizmeta gel in; em didin cotkaran, xwediyên jeneretor û firûnan. Her benzînxane tira wê ya belavkirinê heye û navê benzînxaneyê li serê ye.”
KOMÎTEYA SOTEMENIYÊ KARÊ BELAVKIRINA CEREYÊN XAZÊ JÎ DIKE
Elî Remo li ser belavkirina cereyên xazê jî ji rojnameya me re wiha axivî: “Hefteyê 1350 cere ji me re tên. Heyvê nêzî 5400 cereyî dighin me. Cereyek bi 2300 L.S ye. Pirsgirêka me ya herî mezin di xazê de ye. Çimkî xaz kêm e û 14500 malbat bi me ve girêdayî ne. Ji ber wê carna xaz nagihe hin malbatan. Me plan kiriye ku hefteyekê li bajêr, hefteyekê jî li gundan belav bikin. 210 Komîn girêdayî me ne. Ji wan 35 komîn yên bajêr, yên din jî yên gundan in. Em li komînan belav dikin, komîn jî li gorî jimara malbatên girêdayî xwe belav dikin. Armanca me xizmeta gel e. Ji bo pirsgirêkên civakê em her dem amade ne.”