Dilîn EHMED/Ronahî Qamişlo
Êrişa 9ê Cotmeha 2019. ya dweleta Tirk ya ser bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî, bû sedema koçberiya bi hezaran malbatan. Ji ber êrişan malbatên her du bajaran neçar man dev ji mal û milkên xwe berdin û ji bajarên xwe dûr bikevin.
Ji bo pêşwaziya koçberan, Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, bi hevkariya Heyva Sor ya Kurdî 24`ê Cotmeha 2019an li bajarokê Tiwêna yê 12 km. li rojavayê bajarê Hesekê, Kampa Waşokanî vekir. Ji bo perwerdeya zarokan jî bi hevkariya desteya perwerdeyê, dibistanek ava kir û niha amadekeriya du dibistanên din dike. Ji bo mijara tenduristiyê jî Heyva Sor ya Kurdî li wir dimîne. Herwiha ji bo aramiya kampê, bi şev û roj asayiş li ser kar e. Digel vê rewşa aram xwesteka koçberan vegera bajarê wan e.
“DIGEL KOÇBERIYÊ LI KAMPÊ ROJEVA GEL BERXWENAN E”
Li ser rewşa kampê û salvegera dagîrkirina bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî rêvebera Kampa Waşokanî Sitêra Reşîd ji rojnameya me re wiha axivî: “Salek ser dagîrkirinê re derbas dibe. Destpêkê em ji mabatên şehîdan re sersaziyê û ji malbatên koçber re jî azadiyê dixwazin. Ev sal bi êş û derdan derbas bû. Digel wê berxwedana gelê me derket bêş. Bi awayekî giştî rewşa li kampê aram û baş e. Heta niha pirsgirêkên pir zehmet derneketine. Destpêka avakirina kampê koçber nêzî 200 kesî bûn, niha 1885 malbat hene. Ji bo rewşa tenduristiyê û parastina gel ji vîrûsa Korona, Heyva Sor li derveyî kampê sî kon vedane.”
“AMADEKARIYA KAMPÊ JI BO ZIVISTANÊ”
Sitêra li ser amadekariya ji bo zivistanê axaftina xwe domand: “Jiyana li kampan zehmet e bi taybetî zivistanê. Ji bo wê em amadekariyê dikin. Em pêdiviyên weke mazot, sobe û çadirên parastina konan, hazir dikin. Li gorî derfetan emê her pêdiviya wan pêk bînin.”
Sitêra Reşîd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevî zor û zehmetiyên koçberiyê gelê me li ber xwe dide. Çimkî bi xaka xwe ve girêdayî ne û dibêjin, emê nîşanî cihanê bidin ku em xwediyê vê xakê ne.”