Li gundên Berava herêma Dêrikê, pêşangeha alavên folklorî hat vekirin. Di pêşangehê de zêdeyî 50 alav ku vedigerin zêdeyî sedên salan hatin pêşandan.
Bi armanca parastina mîrase û folklora pêkheteyên herêmê, Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Bajarokê Eyn Dîwar bi koordîneya Kongreya Star pêşangeheke alavên folkolrî yên pêkhateyên herêmê ku ji 29 gundên Beravê yên Dêrikê hatin komkirin, hate vekirin.
Pêşangeh li navenda Kongreya Star a li gundê Selemiyê yê Beravê hate vekirin. Ji amûrên ku di pêşangehê de hatin pêşandan, das, destar û amûrên çandiniyê yên kevnar, alavên metbexê, nexiş û cilên folklorî ne.
Berpirsa pêşangehê û endama komîteya Çand û Hunerê ya bajarokê Eyn Dîwar Cemîla Ehmed diyar kir ku Komîteya Çandê bi hevkariya Kongreya Star ev pêşangeh vekir û diyar kir ku piraniya alavên ku di pêşangehê de hatin pêşandan, yên çandinî ne ji ber ku herêmê bi çandiniyê navdar e.
Cemîla Ehmed destnîşan kir, armanca vekirina vê pêşangehê nîşadana çanda herêmê ye û veguhestina wê ji bo nifşên bê ye da da ku mîraseya gel ji windabûnê biparêzin.