Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

55 hunermendên Kurd ji bo Rêber Apo stiran gotin

12/10/2020
in Uncategorized
A A
55 hunermendên Kurd ji bo Rêber Apo stiran gotin
Share on FacebookShare on Twitter

55 hunermendên Kurd yên li Ewropa li pêngava KCK’ê xwedî derketin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocan stiran gotin.

Hunermendên Kurd yên li Ewropa, ji bo pêngava ‘Bes e Ji Tecrîd, Faşîzm û Dagîrkeriyê re; Dem Dema Azadiyê ye’ û ‘10’ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Azadiya Ocalan’ li Bajarê Kolnê yê Almanya hatin cem hev. Di merasima bi navê ‘Hunermend stiranên xwe ji bo Rêber Apo dibêjin’ ku ji aliyê TEV-ÇAND Ewropa ve hatibû organîzekirin de 55 mûzîkjenên Kurd, bi awayê koro sirûda ‘Ey Serokê me’ û ‘Doza me’ yên Koma Berxwedan pêşkêş kirin.

HUNERMEND TEVLÎ PÊNGAVÊ DIBIN

Berî merasimê Xelîl Xemgîn li ser navê hunermendan daxuyaniyek da û wiha got: “Em tevayiya Kurdan û dostên wan yên her çar aliyên cîhanê bi hestên xwe yên hunerî silav dikin. Em hunermendên Kurd pêngava ‘Bes e ji Dagirkeriyê, Dem dema Azadiyê ye’ ya Tevgera Azadiya me îlan û destpêkirî, em bi têkoşîn, berhem û hemû hestên xwe ve tevlî dibin. Em dibêjin ku ‘Niha dem dema azadiya Rêber Apo ye. Rêber Apo ne tenê rêberê Kurdan, rêberê hemû Mirovahî û gelên Rojhilata Navîn e. Çareseriyê pêş dixe, çareseriya aşîtî û azadiyê pêş dixîne. Rêber Apo bi taybetî jî ji bo hunermendan hêzeke mezin e. Hem bi awayê felsefîk, hem îdeolojîk, hem jî ji bo naskirina me ya ji hêza rasteqîn a hunerê, ji bi me derfetekî mezin afirand. Tesbîta Rêber Apo ya ‘Hunermend, wijdana civakê ye. Dema civakek bikeve nava metirsiyê, beriya her kesî hunermend vê yekê hîs dike’ ji bo me hemûyan pir watedar e. Ji ber wê jî divê partî, fraksyon û fikrên cuda bêyî ku ferq û cudahiyê li ber çav bigrin tevlî pêngava nû û ‘10’ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Azadiya Ocalan’ bibin.”

Navên hunermendên tevlî merasimê bûyîn wiha ne:

“Hozan Comerd, Emekçi, Hozan Maruf, Dilovan, Cevad Merwanî, Deniz Deman, Jîyan Osman, Dîyar Dersim, Kewe Zeraq, Evîn, Tûlay Şahmeran, Narînxan Cizîrî, Beser Şahîn, Dîcle Urmiye, Afaq Rojhilatî, Binewş Roj, Memo Gûl, Memo Yapiştiran, Mazlum Rewşen, Nuarîn, Dîyar Dersîm, Xelîl Xemgîn, Seyitxan, Hekim Sefkan, Gani Nar, Abbas Ahmed, Hozan Aydın, Simar, Hozan Welat, Sîphan Xelat, Amed Karakoçan, Peyvan Arjîn, Kawa, Yasîn Boyraz, Ali İkizer, Mehmet Per, Kemal Ceylan, Bengi Agiri, Kawa Urmiye, Baran Rojawa, Tîtal, Bîşar, Rewî, Êgît, Hozan Zahir, Selhat Gımgim, Farqin Azad, Serdar Azad, Fevzî Kiliç, Hûner Ayzon, Sûleyman Rengîn, Reber, Hemid Urmîye, Yeqîn.”

 

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.