Bi hezaran welatiyên kantona Qamişlo diyar kirin ku rêber Abdullah Ocalan sembola azadiyê ye û bang li gel û neteweyan kirin ku beşdarî hemleya “Em 10`ê Cotmehê bikin roja azadiya rêber Ocalan a cîhanê” bibin.
Bi durişma “Em komploya 9`ê Cotmehê şermezar dikin, em 10`ê Cotmehê bikin roja azadiya rêber Ocalan a cîhanê” bi hezaran şêniyên Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê û Girê Legê meşên girseyî li dar xistin. Çalakkeran got, divê ji bo rizgarkirina rêber Abdullah ocalan û bidawîkirina dagîrkeriyê têkoşîn bê xurtkirin.
Çalakkeran wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin. Herwiha wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û pankartên “Em komploya 9`ê Cotmehê şermezar dikin, Em 10`ê Cotmehê bikin roja cîhanî ya azadiya rêber Ocalan”, rakirin.





