Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê biryara vekirina tevayiya deriyên sînor da.
Hevserokatiya Meclisa Rêber ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, biryara jimara 149’an da.
Biryar wiha ye:
-Tevgera li gorî tevayiya biryarên derbarê girtina deriyên sînor ên bi Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê de tên rawestandin.
-Tevayiya deriyên sînor ji bo derbasbûn û derketina weletiyan, bê astengî ji roja Duşemê 12-10-2020’an ve tên vekirin.
-Ji bo deriyê Sêmalka rewş li gorî berî dimîne, heta biryareke din were dayîn.”





