Li Şehbayê bi pêşengiya malbatên şehîdan, komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.
Bi sedan malbatên şehîdan li gundê Til Qerah ê navçeya Ehdasê ya Şehbayê bi meşekê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Li ser navê Meclisa Kantona Şehbayê, endama rêveber a meclisê Rehma Elo got: “Dewleta Tirk a faşîst û hêzên komploger, bi êrişên xwe yên li ser projeya neteweya demokratîk komployê didomînin.”
Rehma diyar kir ku” Gelên herêmê bi pêşengiya jinên azad berxwedaneke dîrokî ji bo jiyaneke azad û birûmet meşandin.”
Di dawiya çalakiyê de durişmên şeremzarkirina komployê hatin avêtin.





