Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şingalê têkildarî peyamana di navbera hikumeta Bexda û Hewlêrê de daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Biryar û li hevhatinên derveyî nêrîna me, derveyî îradeya vê civaka berxwedêr wê bi ser nekevin.
Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şingalê (MXDŞ) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Ev 6 sal in Şingal ji aliyê me ve tê meşandin û ti pirsgirêk derneketine. Me xizmeta gelê xwe kir, emê dewam jî bikin. Biryar û li hevhatinên derveyî nêrîna me wê bi ser nekevin. Ji bo ev nîqaş bigihe encamê, divê em werin naskirin. Ji bilî wê ti nîqaş û danûstandin nayên qebûlkirin. Em bang li pêkhateyên Şingalê dikin ku li hemberî biryarên li ser wan tê sepandin, bêdeng û bê bêhelwest nemînin.”





