Rêber Abdullah Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmralî tê girtin. Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî li heman girtîgehê tên girtin.
Li gorî agahiyan hevdîtina wan ya bi telefonê jî hatiye qedexekirin û biryarê ji 7’ê vê mehê ve dest pê kiriye.
Ocalan piştî 15’ê Sibata 1999’an ku birin Îmralî, cara yekê piştî 21 salan 27’ê Nîsanê bi telefonê bi malbata xwe re axivîbû. Her sê girtiyên li cem Ocalan jî ji sala 2015’an ve cara yekê 27’ê Nîsanê hevdîtina bi telefonê kiribûn.





