Li eniyên Idlibê şer di navbera çeteyên Tehrîr El-Şam û çeteyên DAIŞ`ê de derket. Di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûn.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) Şemiya borî li herêma Tilada ya bakurê Idlibê di navbera çeteyên Tehrîr El-Şam û komeke girêdayî DAIŞ`ê de şer derkekt.
Girêdayî heman mijarê, dengê teqînekê li herêmê hat bihîst. Hat zanîn ku kuştî û birîndarên her du aliyan jî hene.
Berî hingê bi du rojan jî çeteyên Tehrîr El-Şam li herêma Soma li bajarê Cisir Şixûr ê rojavayê Idlibê kesek kuştibûn. Li gorî SOHR`ê, kuştî ji çeteyên DAIŞ`ê ye û biyanî ye.





