Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku Azerbêcan û Ermenistanê ji îro (şemiyê) nîvro ve ji bo herêma Qerebaxê ku şer lê rû dide, li ser agirbestê li hev kir. Ev yek piştî dan û standinên li Moskovê yên di navbera wezîrên her du welatan de pêk hat.
Wezîrê karê derve yê Rûsya Sergey Lavrov piştî danûstandinan daxuyanî da û got, “Agirbest wê ji saet 12:00`ê roja 10`ê Cotmeha 2020`an ve ji bo rewşên mirovî dest pê bike.”
Pişt re, berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsya Maria Zaxarova ji AFP’ê re diyar kir ku wê agirbest ji roja şemiyê nîvro ve dest pê bike.
Lavrov da xuyakirin ku wê di agirbestê de “dîlên şer, kesên din û cenazeyên kuştiyan li gorî pîvanên Komîteya Xaça Sor” bi hev bên guhertin.





