Rojnameya Ronahî

Emerîka ambargo danî ser 18 bankeyên Îranê

Wezareta Darayî ya Emerîka ragihand ku derbarê 18 bankeyên Îranê de biryara ambargoyê dane.

Emerîka derbarê Îranê de biryareke din ya ambargoyê da. Li gorî lîsteya li ser malpera Wezareta Darayî ya Emerîka hatî weşandin, têkildarî 18 bankeyên Îranê biryara ambargoyê daye. Wezareta Darayî, da xuyakirin ku derbarê pêdiviyên çandiniyê û cîhazên tibî de biryara ambargoyê nîne.

Emerîka bi vê ambargoyê sektora fînasê ya Îranê dike hedef û armanca wê ew e ku Îranê dûrî pergala bankevaniya cîhanê bihêle.