Voqan Elî
Taybetmendiyeke şaristaniya madî, yanî şaristaniya resmalî, hemû dewletên wekî DYE, dewletên yekîtiya Ewrûpa û hemû pergalên kedxwar û dagirker e: Hez dikin ku tiştan-hebûnan ne li gorî maneya ku hildigire lê bi hejmarên bê ruh û ne xwediyê ti maneyekê bi nav bikin.
Vaye îsbateke din a vê; Civîna Nato 3-0. Temam, dezgeha Nato’ya berê her kes dinase û nas dike! Lê ev ya dawî ji ku derket? Ya destpêkê li dijî Sowyetê (Pewmana Warşovayê) hatibû avakirin û gihaşt armanca xwe… Ya duyemîn bi tasfiyeya hemû tesîrên sosyalîzma pêkhatî li Rojhilatê Ewrûpa û cîhên din ên cîhanê jî gihaşt armanca xwe. Ji ber vê yekê li paş deriyan biryar dan ku (li vê civîna Enqereyê) Nato 3-0 bi formata bê ruh a hejmaran ava bikin! Dema dezgeha Natoyê gihaşt armancên xwe yên esasî, ew bi xwe êdî bû tiştekî ne hewce! Diviyabû formata wê bihat guherîn. Vaye çîroka civîna li Enqereyê vê dike armanc. Lê ew ê di çi astê de bigihîje hedefên xwe yan jî hedefên wê dê çawa werin diyarkirin, pir ne zelal e. Li ser vê mijarê ponijîn jî ne karê me ye ku em xwe pê biwestînin.
Lê dema gelên cîhanê êş û karasatên hatine serê wan bi nav dikin: mînak, Ermen ji jenosîda mezin re ku di 1915’an de hatiye serê wan, dibêjin ‘Metzien’. Dîsa Asûrî-Suryanî ji tevkujiyên bi serê wan de hatine re dibêjin ‘Seyfo’. Kurdên Elewî yên Dêrsimî ji jenosîda 1937-39’an re dibêjin, ‘Tertele’. Yanî gotinên ku rasterast maneya êş û azarên kişandine ji me re radigihînin. Bi heman awayî kêfxweşiyên xwe jî wisa… Cejna Remazanê, Cejna Newrozê û hwd…
Niha di dîroka de (7-8’ê Tîrmehê) li payitexta Tirkiyê-Enqere civînek girîng dest pê kiriye û hê didome. Jêre çend hefte mabûn ku dest pê bike li ser naveroka wê qederek tehlîl û analîz hatin kirin. Ji beriya ku ev pêvajoya şênber bibe Jî nîqaşên li ser dê bidomin. Heta piştî wê jî de ev nîqaş werin domandin. Jixwe hêzên ku tevlî civîne bûne, ew ê hemû biryar nîqaşên hatine meşandin yekser nedin derve lê dema ku dor hate jiyanî kirina van nîqaş-biryaran jî dê ji ber xwe were fêmkirin ku çi tişt in.
Ev qada tehlîl û analîzên li ser naveroka vê civînê; ji aliyê alîgirên Erdoğanê ve wekî ku girîngiya stratejî ya bêyî wê nabe ya Tirkiyê hatiye fêmkirin Emerîka neçar maye ku li Rojhilata Navîn bi dewleta Tirk re tevbigere û heta mifteyê NATO 3-0’ê bide wan tê şîrovekirin. Aliyê duyemîn ku ev aliyekî pir berfireh, bi giştî girîngî dide tiştê ku DYE (Trumpî) ji Tirkiyê bistîne. Dibe ku pir hûrguliyên cuda yên vê tehlîlê hebin lê dişibe rola Tirkiyê ya di NATO’yê de ya ji beriya salên 2000’î. Yanî Tirkiyê dê bibe qereqola sereke ya Amerîka-NATO ya li Rojhilata Navîn. Lê ev nayê maneya ku hûrguliyên pêk werin ne girîng in: mînak, Trampî soz daye ku çend F-35’an û 50-60 motorên jet bide Erdoğan û hwd. Eger Trumpî karibe her du meclisên DYE’ê îqna bike dibe ku ev tişt çêbibe. Lê dîsa jî Erdoğan bêyî ku berdêla vê bide nikare xwe ji Trumpî xelas bike!
Di vê kêliyê de ku roja duyemîn a civîna NATO’yê hê jî didome li gorî hin ajansên cîhanî Trumpî agirbesta heyî ya bi Îranê re xelas kiriye û dibêje; “Agirbest ji ber Hurmuzê xelas bûye.” Jixwe ji beriya demeke kurt CENTCOM’Ê got ku wan êrîşê çend deverên li Îranê kirine. Yanî çi? Tehlîla vê rewşê bi du şiklan kirin mimkun e. Ya yekê vê di civîna navborî de yan meyleke giştî derketiye holê ku li cem Trumpî û li dijî meleyên Îranê her dewleta NATO’yê şûrê xwe bikişîne û yan jî ev bi hin dewletên esasî sînordar maye. Ya duyemîn; lobiyên Cuhiyan yan bi xweşî yan jî bi hin rêbazên taybet piraniya hêzên cîhanî û di serî de Trumpî îqna kirine-neçar hîştine ku şerê li dijî Îranê were domandin. Sibê du sibe kîjan ji van nêzîkî rastiyê derdikeve yan jî bijarteyeke din derdikeve li pêş me, nayê zanîn. Kîjan ji van, di kîjan astê de pêk were jî pir zehmet e ku matem-şîna Xemeneyê gornebihuştî bi sukutî derbas bibe. Yanî pir zehmet e ku pergala meleyên Îranê ku li ser gelên Îranî bûye xewnereşkeke ripûreş xwe li ser lingan bigire. Ev nayê maneya ku gelên bêguneh ên Îranî hewce ye alîkarî bidin şerxwazî û xwînrêjiya Trumpî û hogirên wî:
Riya gelên cîhanê timî li pêşberê şerên dagirkeriyê û xwînxwariyê diyar e. Riya sêyemîn… Mînak, niha li Îranê hêzên desthilatdar şer-rûdiya xwe li ser hemû gelên Îranî bi navê civaka Fars dimeşînin. Lê di rastiyê de ti berjewendiya gelê Fars jî têde tineye. Ji beriya ku qaşo ev meleyên bi Îslamê re ti eleqaya wan tineye şoreşa gelên Îranî bi alîkariya Franse û dewletên din ên Ewrûpayê bixeniqînin û darê sêdarê bibe para gelên Îranî (ji ber ku Xumeynî li binê baskê Franseya mezin bû), ev welat bi çand-seqafet û wêjeya xwe dihate nasîn: Şaîrên wekî Behrengî û teolog-sosyologên bijartê yên wekî Elî Şerîatî hemû li binê tava vî welatî mezin bûne. Lê niha li vî welatê wekî bihuştan tenê celadên ku benê îdamê dixe stuyê keç û xortên ciwanmerd ên gelan serwer in.
Di rojê pêş me de gelê Kurd, gelê Fars, gelê Belûc û çendîn gelên din bi têkoşîneke hevpar dê hem çarenûsa xwe û hem jî çarenûsa vê pergalê diyar bikin. Wê demê dê heq û neheq cihê xwe bibîne!





