Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn-Sûriyê diyar kir ku artêşa Tirkî ya dagîrker û çeteyên wê li Efrînê dibistan kirine baregeh û navendên komkirina çeteyên Sûriyê da ji wir bişînin Libya û Azerbeycanê.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn- Sûriyê Îbrahîm Şêxo da zanîn ku artêşa Tirk navend û dewreyên perwerdeyê ji bo çeteyên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” vedike da wan bişîne Azerbeycanê da li dijî artêşa Ermenistanê şer bikin.
Îbrahîm Şêxo diya kir ku dewleta Tirk berê komên çete bi awayekî veşartî û dûrî dezgehên ragihandinê dişandin Azerbaycanê. Bi sedan çeteyên Sûrî ji bo Azerbaycanê hatin şandin û di di demeke kurt de di şerê li Qerebaxê de hatin kuştin.”
Şêxo ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên taybet, diyar kir ku ji çeteyên El-Cebha El-Şamiyê derdora 370î di şer Azerbeycan û Ermenistanê de hatin kuştin.
Îbrahîm Şêxo got, li gorî çavkaniyên taybet ên rêxistinê, “Dibistana amadeyî ya Emîr Xubarî ya li navenda bajarê Efrînê bûye navenda komkirina çeteyan û şandina wan ber bi Lîbya û Azerbaycanê ve. Dibistan bûye baregeheke MÎT’ê. Herwiha dibistana Ezhar Efrîn a navenda bajar ku baregeha leşkerî ya MÎT’ê ye bûye navenda kombûna çeteyan.”






