Bi hezaran şêniyên Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê fermandara Tevgera Rizgariya Kurdistanê Şaha Dêrikê ya bi nexweşiyê şehîd bûyî, li goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Welatiyan cenazeyê şehîd Şaha Hisên (Şaha Dêrik) ji nexweşxaneya Dêrikê girtin û bi karwanekî wesaitan ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin ser rê.
Di merasima li goristanê de endama Koordînasyona Kongreya Star Hêva Erebo sersaxî ji malbata şehîd Şaha û Tevgera Rizgariya Kurdistanê re xwest.
Hêva Erebo got, “Şehîd Şaha 30 salan di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de têkoşiye û mîraseke têkoşînê ji gelê xwe bi taybetî ji jinan re hişt.”
Di merasîmê de, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo jî wiha got: “Şehîd Şaha mohra xwe li cem gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî li cem şêniyên Efrînê û Şehbayê hişt ku bi giyanê wê yê têkoşer ve hatibûn girêdan.”
Piştî axaftinan nasnameya şehîd Şaha hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Malbatê soza şopandina xeta şehîdan da.
Cenazeyê şehîd Şaha di nava durişman û tilîliyên dayîkan de hat veşartin.






