Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilata Sûriyê ragihand ku 79 kesên din bi koronayê ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilata Sûriyê Ciwan Mustefa diyar kir ku kesên bi koronayê ketîn 43 mêr, 36 jin in û li van herêman in:
Hesekê:11
Qamişlo:3
Dêrîk:10
Girkê Legê:7
Amûdê:1
Tirbespiyê:1
Reqa:22
Kobanê:11
Tebqa:9
Minbic:4
Mustefa diyar kir ku 10 kesên bi koronayê ketîn baş bûne.
Heta niha li bakur û rojhilatê Sûriyê hezar û 918 kes bi koronayê ketine, ji wan 69 kes mirine û 496 baş bûne.





