Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê di çarçoveya pêngava “Na ji dagîrkeriya Tirk re, ji parastina destkeftiyên şoreşê re erê” de meşeke bi meşeleyan li dar xist.
Berî destpêkirina meşê, koma Şehîd Star şanoyeke li ser tundiya li ser jinan û xwekuştina jinan peşkeş kir.
Meşa ku bi sedan ciwan tevlê bûbûn, ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Kobanê ber bi qada Jina Azad ve dest pê kir.
Ciwanan alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, posterên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Em ê teqez bi ser bikevin” hildan û durişmên li dijî dagîrkeriyê avêtin.
Li qada Jina Azad çalakiyeke hate lidarxistin û bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê Mihemed Mehmûd Hisên bang li ciwanan kir ku beşdarî pêngava “Na ji dagirekriyê re, ji parastina destkeftiyên şoreşê re erê” bibin.
Çalakî bi gerandina xelekên dîlanê bi dawî bû.





