Polîsên leşkerî yên Rûsî û hêzên dewleta Tirk ya dagîrker dewriyeyeke hevbeş li gundewarên rojava yên navçeya Dirbêsiyê pêk anîn.
Dewriyeya hevbeş ya roja Pêncşemê danê sibehê li navçeya Dirbêsiyê li ser sînorê Sûriyê – Tirkiyê derketî, li gundê Şirikê yê rojavayê navçeyê dest pê kir.
Dewriye li gelek gundên bejayiya rojava ya navçeya Dirbêsiyê geriya. Ji gundê Şirikê dest pê kir û li gundê Erada, Ibrahîmiyê û Hilêwa bi dawî bû û careke din di heman cihî re vegeriya gundê Şirikê.





