Bi sedan şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Teysîr Delî şervanê Hêzên Ewlekariya Hundir li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.
Welatiyan cenazeyê şehîd Teysîr Delî ji Meclisa Malbatên Şehîdan girt û bi karwanekî wesaitan ber bi Goristana Dijwar a li gundê Dawdiyê ve ketin ser rê.
Di merasima li goristanê de piştî rêzgirtinê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdurezaq Mihemed û Hêzên Ewlekariya Hundir ya Holê Ebdulezîz El-Ebdo axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya şehîdan heta pêkanîna armancên wan dan.
Pişt re wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasimê de hevalên şehîd, cenazeyê hevalê xwe di nava tilîliyên dayîkan û durişman de spartin axê.





