Hevserokê Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Dr. Ebdulkerîm Omer diyar kir ku îdiaya ku Almanya daxwaziya radestkirina 25 jinên DAIŞ’î û zarokên wan kiriye û wan jî red kiriye, derew e.
Saziya Radyo û Televîzyon a Bakurê Almanya (NRD) ragihand ku Wezareta Karê Derve ya Almanya meha Çile lîsteyek ji navên 25 jin û zarokên wan pêk tê radest kiriye. Îdîa kir ku Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê radestkirina jin û zarokên DAIŞ’î red kiriye.
‘NE DAXWAZIYEKE WISA BÛYE, NE JÎ REDKIRIN’
Têkildarî mijarê Hevserokê Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ebdulkerîm Omer, îdîayên têkildarî vê mijarê red kirin û got, “Îdîayên ku Almanya ji Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê daxwaziya jin û zarokên DAIŞ’î kiriye û Rêveberiya Xweser jî red kiriye, ne rast in.”
GELEK WELAT BERPIRSYARIYÊ NAGIRIN SER XWE
Ji 52 welatan endamên DAIŞ’ê û jin û zarokên wan li kampên bakur û rojhilatê Sûriyê tên girtin. Li Kampa Holê nêzî 10 hezar û 500 jin û zarokên DAIŞ’î yên welatiyên Iraq û Sûriyê hene. Welatên ku welatiyên wan in berpirsyariya van jin û zarokan nagirin ser xwe.
Yek ji welatên ku ti welatiyên xwe negirtine Almanya ye.






