Wezareta Xezîneyê ya Emerîka li ser malpera xwe ya li ser înternetê got, Emerîka îro cezayên nû li Sûriyê birîn û vê carê 13 kes di hedefê de ne.
Rêveberiya Emerîka got, wê di çarçoveya Qanûna Qeyser de cezayên aborî li berpirsên Sûrî û şirketên ku têkiliya wan bi Serok Beşar El-Esed re hene bên birîn.
Rêveberiyê bîr xist ku navê şêwirmendê malî yê Serokê Sûriyê Beşar El-Esed Yasir Îbrahîm, xwîşkên wî Nesrîn û Rene Îbrahîm xistine lîsteya cezayê.
Li gorî wezareta Emerîka kesên ku tên cezakirin, ji bo Esed û hemsera wî Esma kar dikin.
Washington bi van cezayan dixwaze hikumeta Esed tengav bike û vegerîne diyaloga NY bi rê ve dibe û şerê ji deh salan ve dest pê kirî bi dawî bibe.






