Leşkerên artêşa Tirk ya dagîrker yên li ser sînorê Girê Spî ciwanek kuştin.
Çavkaniyan, diyar kir ku ciwanê hatî kuştin bi navê Mihemed Remedan Şerîf Hoş ji gundê Bû Omer ê rojhilatê Dêrezorê ye. Cenazeyê wî roja Şemiê li gundê Nistel ê Girê Spî hat dîtin û birin nexweşxaneyên Girê Spî.
Xizmekî ciwanê hatî kuştin diyar kir ku Mihemed ji bo kar hewl da derbasî Tirkiyê bibe.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ji destpêka aloziya Sûriyê heta niha 453 sîvîl, di nav de 80 zarok û 44 jin ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatine kuştin.





