Berdevka Fermî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê Lîlwa Ebdullah ji hewldana kuştinê rizgar bû û ajokarê wê birîndar bû.
Li gorî agahiyên dezgehên çapemeniyê û torên civakî par ve kirîn, li dijî Berdevka Fermî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê Lîlwa Ebdullah hewldana kuştinê hatiye kirin.
Hat ragihandin ku dema Berdevka Fermî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê Lîlwa Ebdullah di riya Xurafî ya Dêrezorê re derbas dibû, kesên nenas gule li erebeya wê reşandin. Lîlwa Ebdullah rizgar bû û ajokarê wê birîndar bû.
Derbarê bûyerê de ti aliyan daxuyanî nedane.
Ev cara 5’an e ku şaneyên veşartî hewl didin Lîlwa Ebdullah bikujin. Hewldan têk diçin.





