Nûnerên 6 welatan ku di nava wan de Misir, Yewnanistan û Îsraîl jî hene, roja Sêşemê li Qahîre peymana veguhestina gaza rojhilatê Derya Spî imze kirin.
Peymana gaza rojhilatê Derya Spî ji aliyê Misir, Urdin, Israîl, Yewnanistan, Qibris û Îtalya ve hat imzekirin.
Tevlêbûna Misirê ya rêxistina gaza rojhilatê Derya Spî di çarçoveya hewldana veguhestina navenda herêmî ya enerjiyê di herêmê de ye. Misirê bi insiyatîfekê wezîrên enerjiyê yên welatên rojhilatê Derya Spî û nûnerên Yekîtiya Ewropa nîvê Çileya 2019`an li Qahîre vexwendin civîna wezîran ya yekê.
Li Misirê 2 kargehên gaza xwezayî ya xam hene. Ew kargeh hatin paşxistin yan jî kêmî kapasîteya xwe dixebitin û dibe ku ji bo derxistina gazê werin bikaranîn.
Di salên borî de kanên mezin ên gazê di ava girêdayî Israîl, Misir û Qibrisê de hatibûn dîtin.





