Dewleta Tirk komek çete yên li bajarê Efrînê yê dagîrkirî, şandin Azerbeycanê û li gorî çavkaniyan, çeteyan li gel artêşa Tirk perwerde dît û amadekariya şandina komên din tê kirin.
Dewleta Tirk piştî komên çete şandin Libya û Yemenê, li gelek welatan siyaseta xwe ya berfirehkirinê didomîne û têkildarî mijarê çavkaniyên taybet diyar kirin ku demên derbasbûyî piştî ku di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de şer derket, Tirkiyê komên çete yên bi navê Firqet Sultan Murad şandin Azerbeycanê.
Li gorî çavakiyan komek ji 50`î kesî li Efrînê bi destê istixbarata dewleta Tirk perwerde dît û pişt re şandin Azerbeycanê.
Piştî Libya dewleta Tirk 600 çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û Sultan Murad, Nuxbe û Ketîbeya Semerqend şandin Yemenê da ku cihê xwe çêke, nexasim li tengava Bab El-Mendib û ji wir wê wan bişîne Azerbeycanê.





