Hêzên ewlekariyê yên li kampa Holê cenazeyê penabereke iraqî dîtin. Li gorî agahiyan, ew kes hatiye xeniqandin û DAIŞ`î li pişt vî sûcî ne.
Li gorî agahiyên hêzên ewlekariyê yên li kampa Holê ya li kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Yekşemê cenazeyê penabereke iraqî ku bi kabolya kehrebeyê hatiye xeniqandin, dîtine.
Navê jina hatî kjştin Cewher e, bi eslê xwe ji bajarê Qaîm yê Iraqê ye û diya zarokeke 7 mehî ye.
Li gorî agahiyan, berî demekê jinên DAIŞ`î yên li kampê birayê wê jî kuştibûn û têkildarî bûyerê lêpirsîn dewam dike.
Li kampa Holê kuştin û lêxistin zûde bûye û saziyên ewlekariyê eşkere dikin ku sedema van sûcan hişmendiya çeteyên jinên e.
Hêzên ewlekariyê dan zanîn ku piraniya van sûcan jinên DAIŞ`î dikin û dixwazin fikrê xwe di nava penaberên Iraqê de belav bikin.





