Fermandariya Navendî ya Emerîka ragihand ku hewl nade ku bi ti dewletan re li Sûriyê şer bike.
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Emerîka li ser hesabê xwe yê tiwîtterê wiha got: “Dewletên Yekbûyî yên Emerîka hewl nade ku bi ti dewletan re li Sûriyê şer bike, lê were xwestin emê parastina hêzên koalisyonê bike.”
Koalisyona Navneteweyî roja Înê ragihand ku wê alavên xwe yên leşkerî li Sûriyê belav bike da ku hêzên Emerîka biparêzin.





