Artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê li Efrînê sûcên li dijî sîvîlên didomînin. Li gorî çavkaniyên herêmî çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagîrker xortek û jineke ciwan ji şêniyên Efrînê revandin û çarenûsa wan hê ne diyar e.
Çavkaniyeke ji hundirê Reco ya kantona Efrînê ya dagîrkirî diyar kir ku çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagîrker roja Înê jina ciwan ya bi navê Meryem Evdik Şêxo ji gundê Qasim revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Heman çavkaniyê diyar kir ku çeteyên Sultan Murad 16’ê Îlonê ciwanê bi navê Murad Ebdurehman Reşîd (25) ji navçeya Cindirêsê revandin û hê çarenûsa wî ne diyar e.
Li herêmên dewleta Tirk dagîr kirîn bi taybet kantona Efrînê, rewşeke tevlihev û sûcên li dijî sîvîlan heye. Sûcên revandinê bi hedefa dayîna fîdyeyê, herwiha kuşt, dizî û talankirin, dewam dike.





