Li kantona Efrînê ya dagîrkirî artêşa Tirk û çeteyên wê hê sîvîlan direvînin û li navçeya Mabata û Cindirêsê sûcên revandinê dikin.
Çavkaniyan ji navçeya Mabata ya kantona Efrînê diyar kir ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagîrker 16`ê Îlonê 3 welatiyên ji gundê Kobakiyê revandin.
Navên kesên hatîn revandin wiha ne: Edhem Hemo, Mihmed Resûl Mistefa û Basil Ebdurehman Mistefa.
Li heman navçeyê çavkaniyekê ji gundê Birîmca da zanîn ku çeteyan 15`ê Îlonê 5 welatî revandin û navên wan jî wiha ne: Faîq Sebrî Mûsa, Mihmed Henan Mûsa, Welîd Mistefa Mûsa, Xelîl Mihmed Osman û Mistefa Mihmed Seydo.
Li gorî heman çavkaniyan malbatên kesên hatîn revandin ji bo berdana wan fidye dane.
Herwiha çeteyên artêşa Tirk 13`ê Îlonê Cemîl Hemo (55) û kurê wî Dilgeş Hemo (28) ji navenda navçeya Cindirêsê revandin. Ew bi xwe ji gundê Çobana yê navçeya Cindirêsê ne û li navçeya Cindirêsê dimînin.





